• Monday, 09 February 2026
logo

Dewleta Qanûnê Daxwaza Dersînur Kirina Konsulusê Tirkiyeyê Dike

Gulan Media December 26, 2012 Nûçe
Dewleta Qanûnê Daxwaza Dersînur Kirina Konsulusê Tirkiyeyê Dike
Duh endamê desteya Serokatiya lîsteya dewleta qanûnê Yasîn Mecîd ragihand ku, dibe weke nîşandana helwest li hember daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoxan Hikûmeta Îraqê Konsulusê vê welatî yê li Bexdayê dersînur bike.

Yasîn Mecîd di presskonferansekî li Parlementoya Îraqê de eşkere kir ku, daxuyaniyên Erdoxan bi wateya destwerdaniya raste rast di nava karûbarên Îraqê deye lewre dibe Konsulusê Tirkiyeyê li Bexdayê were dersînurkirin.

Mecîd herwiha eşkere kir ku, Erdoxan li welatên Erebî de hevkariya Exwanan dike û niha weke Şahê Îranê bûye polîsê Amerîkayê li Deverê de û çavdêriya Deverê dike.
Top