Bi serpereştiya Barzanî PDK û YNK civiyan
Berî kêliyekê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî gihîştin bajarê Silêmaniyê û ji aliyê cîgirên sekreterê YNK, Kosret Resûl, Berhem Salih û endamên rêvebiriya YNK’ê ve hatin pêşwazîkirin.
Paşê, civîna polîtburoyên herdu partiyan bi serpereştiya Mesûd Barzanî dest pê kir û heta niha jî didome.
Tê payîn di civînê de PDK girêdana xwe ya bi rêkeftina “stratejîk” a bi YNK’ê re bîne ziman.
Rudaw
