• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Peyamek Pêşkêşî Mesîhiyên Kurdistanê Kir

Gulan Media December 25, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî Peyamek Pêşkêşî Mesîhiyên Kurdistanê Kir
Şewirmendê ciwata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta roja ji dayik bûna Hz Îsa Mesîh û hatina sala nû ya Mesîhî peyamek pêşkêşî welatiyên Mesîhî yên Kurdistanê kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta roja ji dayik bûna Hz Îsa Mesîh silavên xwedê li ser bin gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya xweşik û birayên xwe yên Mesîhî ên li Kurdistan, Îraq û tevahiya Mesîhiyên Cîhanê dikim.

Nîştimana me weke her dem li Deverê de nîşaneya bihevre jiyan û tebayiye û kêfxweşin ku, Kurdistana me kariye xweşik û birayên Mesîhî yên Başûrê Îraqê jî di nava xwe de hembiz kiriye û niha li Kurdistanê de di nava aramî û asayîşê de Cejna xwe pîroz dikin.

Bi vê minasebeta han hêvî dikim ku, aştî û aramî li Deverê de zal bibe, bi sepandina canê hevûdu qebûlkirin û hevkariyê jiyaneke baştir û dûr ji tundûtîjî ji bo tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî were dabînkirin.

Careke din pîroz be ji dayik bûna Hz Îsa Mesîh silavên xwedê li ser bin.

Mesrûr Barzanî

24.12.2012
Top