• Monday, 09 February 2026
logo

Di Sala 2012an De Li Hewlêrê 3665 Doz Hatine Vekirin

Gulan Media December 25, 2012 Nûçe
Di Sala 2012an De Li Hewlêrê 3665 Doz Hatine Vekirin
Peyvdarê hêzên Polîs yên li Hewlêrê Ebdulqadir Muhemed ragihand ku, di roja 1.1.2012 heta 20.12.2012 3665 doz bi têşeyên xwe yên curbicur li tevahiya navendên Polîs yên Parêzgeha Hewlêrê de hatine vekirin.

Çavkanî eşkere kir ku, ji wan dozên han 3246 doz hatine bidawî anîn û 419 dozên din jî hîn di destê Dadweran dene.

Ebdulqadir herwiha diyar kir ku, her di sala 2012an de bi giştî 218 bûyerên dizî kirinê hatine tomarkirin ku, ji wan 117 bûyer hatine çareserkirin û 101 ji wan jî hîn jî di merheleya lêpirsîn û lêkolînê dene.

Çavkaniya han diyar kir ku, her di sala 2012an de 696 Girtî fêde ji lêbûrîna giştî dîtiye û hatine azadkirin û 496 ji wan cezaya wan hatibû diyarkirin û 227 ji wan jî cezaya wan hatibû rawestandin ku, ji wan jî 8 kesan dubare tawan kiriye lewre dubare hatine girtin.
Top