• Monday, 09 February 2026
logo

‘Sînorê di navbera Başûr û Rojava de vekirî ye’

Gulan Media December 24, 2012 Nûçe
‘Sînorê di navbera Başûr û Rojava de vekirî ye’
Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê nûçeyên der heqê ‘rênedayîna çûnûhatinên di navbera Rojavay û Başûrê Kurdistanê de’ hatine belavkirin red kir û diyar kir ku ev nûçeyana ‘ji rastiyan dûr e’.

Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê (DSHK) di daxuyaniya ku kopîyekê wê ji Rûdawê re jî şandiye de wiha radigihîne: “Nûçe û nirxandinên ku di hinek rojnameyan de hatine belavkirin ku wekî ku sînorê di navbera Herêma Kurdistan û Kurdistana Sûriyeyê de hatiye girtin, rê nade hatûçûna xelkê û alîkariya mirovî hatiye qutkirin, ne rast in.”

DSHK daxuyaniya xwe ya di vî warî de wiha didomîne: “Ew nûçeyên ku di vî warî hatine belavkirin ji rastiyê dûr in. Li gorî amarên dawî yên li ber destê me ne, rojane zêdetirî 500 kes ji Rojavayê Kurdistanê tên Herêma Kurdistanê. Her wiha ji bilî şandeyên ku di navbera her du aliyan de rêwîtiyê dikin, ew alîkariyên ku ji aliyê xelk û rêxistinên mirovê ve jî tên komkirin li ser xalên sînor ên Herêma Kurdistanê ve ji Rojavayê Kurdistanê re tên veguhestin.”

Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Ehmed Silêman ji ANF’ê re diyar kiribû ku rêveberiya Herêma Kurdistanê sozên dane bi cih neaniye. Silêman gotibû ku rewş li Rojava giran bûye, kêmasiyê xorek û derman û pêdiviyên zarokan nayên dabînkirin. Her wiha Silêman bang li rêveberiya Hewlêrê kiribû ku deriyê sînor bê vekirin.

Di nûçeyekê din a ANF’ê ya îro de jî bi ser zarê şêniyên Rojavayî belav kir ku Herêma Kurdistanê sînorê xwe bi ser gelê Rojavayê Kurdistanê daxistiye.

Di vî warî de DSHK ragihand: “Heta niha deh hezaran Kurdên Sûriyeyê wekî penaber serî li Herêma Kurdistanê dane û li vir dihewin. Çi ji dest tê ji bo wan hatiye kirin.
Rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê ji rewşa wargehên penaberên Sûriyeyî yên li welatên cîran baştir e.”

(Rûdaw)
Top