Iraq pereyê şîrketên petrolê yên li Kurdistanê kar dikin nade
Berdevkê cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê, Feysel Ebdula, ji Ruetersê re got “Iraqê di qonaxa yekem de hinek pere ji Herêma Kurdistanê re şand lê Herêma Kurdistanê sozên xwe bi cih nehîna û rojê 200 hezar bermîl petrol hinarde nekiriye.”
Roja pênceşema borî, 20.12.2012, Ruetersê ji zarê hinek jêderên petraola Iraqê ragihandibû ku rêjeya hinardeya petrola Herêma Kurdistanê ji nêzîkî 30 hezar bermîl daket 5 hezar bermîl di rojekê de. Her wiha ji ber arîşeyên teknîkî rêjeya hinardeya petrola xav ji bîra Xurmel, daketiye 75 hezar bermîl di rojekê de.
Li gorî nûçeya han, heta niha jî sedema daketina rêjeya hinardeya petrola Herêma Kurdistanê zelal nebûye.
Ji aliyekî din, li gorî nûçeyek malpera rojnameya Heyat a Londonê, şîrketa Gazprom ya Rûsya, zêdebarî gefên hikûmeta Iraqê bo terikandina xaka Herêma Kurdistanê, hê jî li ser mana xwe ya li wir rijd e û dixwaze petrol û gazê li wê derê derbixe.
Şîrketa Gazprom ku li bîra Bedre ya li başûrê Iraqê jî kar dike, meha Tebaxa îsal, mafê derxistina petrolê li du deverên petrolê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirî. Rêkeftina digel vê şîrketê û şîrketên mezin mîna Exxon Mobil a Amerîkî û Total a Fransî wisa kir ku hikûmeta Bexdayê hêrs bibe.
(Rûdaw)
