• Monday, 09 February 2026
logo

Nûcêfî: Iraqiye amadeye ji parlamento û hikûmeta Iraqê vekêşe

Gulan Media December 23, 2012 Nûçe
Nûcêfî: Iraqiye amadeye ji parlamento û hikûmeta Iraqê vekêşe
Serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî bi armanca şêwirî û hevxistina beramberî bûyeran serdana Herêma Kurdistanê kir. Nûcêfî ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Sekreterê rojnamevanî yê serokê Herêma Kurdistanê Feysel Debax ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Armanca serdana serokê parlamentoya Iraqê ya bo Hewlêr û civîna ligel serokê Herêma Kurdistanê, tenê ji bo şêwirî û hevxistina helwesta wan a derbarê bûyerên îro yên li meydana siyasî ya Iraqê de ye.”

Dr. Feysel Debax wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Hatina Nûcêfî zêdetir peywendî bi meseleya wezîrê darayî yê Iraqê Rafie Îssewî û pirsa bawerî standina ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ve heye. Di civîna ligel Barzanî de ev mijar hatin rojevê û guftûgo li ser hatin kirin.” Debax diyar kir ku fraksyona Iraqiye helwesta xwe yekalî kiriye û hemû eger li holê ne.

Serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî di civîna ligel Mesûd Barzanî de wiha gotibû: “Endam û wezîrên Iraqiye, serkirdeyên Iraqiye serpişk kiriye ku ji bo biryarên çareseriyê derbarê proseya siyasî ya Iraqê de bidin.”

Sekreterê rojnamevanî yê serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Yek ji pêngavên fraksyona Iraqiye ji vekêşana wan a ji parlamento, piştre hikûmet û proseya siyasî ya Iraqê pêk tê. Vê jî peywendî bi biryara serkirdayeitya Iraqiye ve heye.”

Sekreterê rojnamevanî yê serokê Herêma Kurdistanê Feysel Debax wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Di çend rojên bê de wê serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî civînekê saz bike. Biryare ev civîn li ser pirsa standina bawerî û krîza siyasî ya li Iraqê bê encamdayîn.”
(Rûdaw)
Top