Rola Amerîkayê di serxistina pirosesa siyasî û demokrasî li Îraqê giring e
Di dîdarekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve jî amade bû, behsa rewşa Îraqê û kirîza siyaisya Îraq tê de derbas dibe hat kitin. Di vê çarçoveyê de Felah Mistefa behsa sedemên serhldana kirîza siyasiya Îraqê kir û got ku, sedemê sereke yê serhildana wê kirîzê teserifên yekterefiyên şexsê serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî ne.
Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê rola Amerîkayê di warê alîkarîkirina tev aliyên siyasiyên îraqî û serxistina pirosesa siyasî û demokrasî li Îraqê gelek giring e.
Her du alî, şandeya wezareta derve a Amerîkayê û berprisên têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê li ser wê yekê hevfikir bûn ku, pêwîste kirîza siyasiya Îraqê li gor destûra bingehîn a Îraqê bên çareser kirin.
