Îro şemî 22/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel birêz Usame El Nuceyfî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê civiya.Li civînê de, pêşhatên dawî û li rûyê hemûyan ve hilkutana ser Wezareta Darayî û Nivîsîngeh û mala Wezîrê Darayî û destgîrkirina pasewanên wî, ku li heman demî de yek ji serkirdeyên Lîsta El Iraqiye û Serokê Kutleya Tecemu'î Paşaroja Nîştimaniye û her wiha encam û biryarên dawî ya civîna serkirdeyên lîsta El Iraqiye yên di derbarê vê pirsê de hate nirxandin.Ji bilî nîgeranî derbirîna di derbarê vê pirsa metirsîdar, her du alî tekez li wê yekê kirin ku Iraq nikare tengasiyeke din hilgire, wekî wê yekê ku li gel Herêma Kurdistanê da tê kirin û pêwîst jî bû Hikûmeta Federal li vê pêvajoya hestiyara welat da rewşa tendirustiya Serok Komar li ber çav bigirta û li peydakirina çareseriyeke bingehîn ji bo kêşe û gîr û giriftên hemû Iraqê ku kêşeya hukimraniye rêz li hewlan bigirta. Her li vê civînê de, birêz Usame El Nuceyfî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê bi Serok Barzanî ragihand ku endam û Wezîrên El Iraqiye serkirdeyên El Iraqiye serpişk kirine heta biryara çarenûssaz li rewşa proseya siyasî ve bidin û ev serdana Herêma Kurdistanê jî rawêjkirine li gel Serok Barzanî di derbarê wan hengavên ku pêwîstin bi rastkirina rêrewa pêvajoya siyasî û Serok Barzanî jî ragihand ku vê pirsê li gel aliyê siyasiyên Kurdistanê da dinirxîne.