• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hewlêrê Baran Barîn Bixor Zerer Da Xelkê

Gulan Media December 22, 2012 Nûçe
Li Hewlêrê Baran Barîn Bixor Zerer Da Xelkê
Di encama baran barîneke bixor di nava wan du rojan de li hin Taxên Bajarê Hewlêrê de zerereke madî geha hin welatiyan.

Di vê derbarê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî eşkere kir ku, jiber baran barîna bixor di bin pira Sêdawa ya li Hewlêrê de 5 wesayêtên welatiyan di nava avê de mane li bi hevkariya hêzên bergiriya medenî û Şaredariya yek ya Hewlêrê ev wesayêtên han hatine rizgarkirin.

Her di encama vê pila baran û befir barînê de li hin Deverên Kurdistanê weke Mêrgesûr, Balakatê û Pişderê de jî befir bariye û rêya çendîn Dever û Gundan jî jiber hatina befir hatiye daxistin.
Top