Kişanak: Ez 6 mehan di kilûba “CO” de îşkence kirim
Hakan peywendî bi hevseroka BDP`ê Gultan Kişanak dike û jê dipirse “ka te çi dît?”.
Kişanak dibêje: “Me zilm dît,îşkence dît, me kutek xwarin, em dixistin bin feleqeyê, îşkenceya ku di zîndana xortan de dihat kirin li zîndana jinan jî dikirin. ”
Nivîskar bi israr dixwaze bizane wekî din çi jiyan kiriye, Kişanak behsa çirokeka xwe ya sala 1980`an ku di zîndana Amedê de jiyan kiriye tine ziman û weha dibêje: “Ezê tenê evqasî ji tere bêjim: Birêvebirê zîndana Amedê Es`d Oktay Yildiran hebû… Rojekê kete zîndana me ya jinan … her kes rabû ser piyan, Ez ranebûm.. ji ber ku her cara dihat ez ranedibûm sr piyan, tenê bi vê hincetê ez xistim kilûba (CO) a Kûçîkê xwe, heta kûçîk nedkarî di wê kilûbê de bimîne, kilûbeka biçûk û di nava pîsiyê de.. ne rojek, ne 2 roj, ne mehek, tam 6 mehan ez di wired hêştim. Di wê kilûbê de her roj li min didan her roj îşkence li min dikirin.”
Gultan Kişank di 12 îlona 1980`an de, di 17`e saliya xwe de dikeve zîndanê û li zîndana Amedê ya hrî xirap de heya sala 1982`an dimîne û piştre serbest tê berdan.
Xendan
