• Monday, 09 February 2026
logo

Hêzên pêşmergeyan firokeyeke artêşa Iraqê xistin xwar

Gulan Media December 19, 2012 Nûçe
Hêzên pêşmergeyan firokeyeke artêşa Iraqê xistin xwar
Hêzên pêşmergeyan ên li Kerkûkê firokeyeke artêşa Iraqê ya bi armanca sîxûriyê şandibûn navçeyê xistin xwarê.

Çavkaniyek ji lîwaya 1 a hêzên pêşmergeyan ên li derdora Kerkûkê hatine bi cih kirin, ragihand: “Berî niha hêzên pêşmergeyan gûle li firokeyekî bê firokevan a artêşa Iraqê kirin û xistin xwar.” Çavkaniya ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, wiha got: “Ew firoke bi armanca lêgerîn û çavdêrîkirina hêzên pêşmergeyan hatibû navçeyê.”

Birîkarê wezîreta pêşmergeyan lîwa Enwerî Hacî Osman derbarê xistina xwar a firokeya Iraqê de ji Rûdawê re got: “Firoke hatiye ser hêzên pêşmergeyan û pêşmergeyan jî li firokeyê xistine, lê hê ne diyare ku firoke ketiye yan na.” Birîkarê pêşmergeyan wiha got: “Lê li gor zanyariyên ji artê Iraqê hatine bi destxistin, egera wê yekê heye ku hêzên pêşmergeyan karîbin bigihin armanca xwe.”

Herwiha Duh (18.12.12) piştî nîvro hêzeke pêşmergeyan gûle li firokeyeke bê firokevan a artêşa Iraqê ya li ser bilindahiya Domellan dizivirî û dixwest zanyariyan li ser pêşmergeyên li navçeyê kom bikin, kiribûn.

Wezareta pêşmergeyan tevî piştrastkirina vê nûçeyê, ragihand ku hêzên pêşmergeyan firokeyeke sîxûriyê ya artêşa Iraqê neçar kirin ku navçeyê bi cih bihêle.

Rudaw
Top