Nêçîrvan Barzanî: Esasê her hikûmetekê yasa û qanûnên wê ne.
Di dîdarekê de behsa kar û xebatên sandîkaya advokatn Kurdistanê ku, endama yekêtiya sandîkayên advokatên navdewletî ye, hat kirin û bi taybetî rola sandîkaya advokatên Kurdistanê di dadgayîkirina berpirsên rijêma berê a Îraqê de bilind hat nirxandin
Şandeya sandîkaya advokatên Kurdistanê ji serokwezîr re behsa asteng û kêmasiyên xwe kir û daxwaz ji serokwezîr kir ku, baregayekî ji bo wan dabîn bike.
Serokwezîrê Kurdistanê ji aliyê xwe ve hemû piştgiriya xwe ji bo kar û xebatên sandîkya advokatên Kurdistanê diyar kir û razîbûna xwe li ser avakirina avahiyek bo baregayê sandîkaya navborî nîşn da. Herwesa Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku, giringe endamên sandîkaya advokatên Kurdistanê di çarçoveya bernameya geşepêdana şiyanên mirovî de ji bo xandina bala biçin li zanîngehên pêşkeftiyên cîhanê bixwîni in.
Herwesa di dîdarê de behsa rewşa edaletê û qanûnê hat kirin û di vî warî de serokwezîrê Kurdistanê got ku, esasê her hikûmetekê qanûnên wê ne, gelek ji qanûnên li Kurdistanê kar pê dikin pêwîstî bi pêdaçûna wan qanûna û verastkirina wan heye daku digel rewşa serdem û pêdawîstiyên îro bigunc in.
