• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Kongreya Civata Demokratîk ya ser bi Partiya BDP kir

Gulan Media December 19, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Kongreya Civata Demokratîk ya ser bi Partiya BDP kir
Duh sêşem 18/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Kongreya Civata Demokratîk ya ser bi partiya BDP ya bi Serokayetiya Aysel Tugluk Hevserokê Kongreyê û Endametiya hejmarek ji Parlementerên niha û berê yê Tirkiye û Serokê Bajarvaniya Sur û Bismîl kir.

Şanda pêkhatî ku bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna li ser aloziyên navbera Hikûmeta Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kirin. Li vî warî de Serok û Endamên şandê li beramber wan kêşeyan ku ji aliyê Hikûmeta Bexda ve rû bi rûyê Herêma Kurdistanê dibin hevsoziya xwe ji bo Serok Barzanî dûpatkir

Serok Barzanî jî ji bilî spas kirina wan, ji bo gihîştina Kurd bi mafên rewayên xwe tekez li awayê xebata aştî û Parlemenî û cemawerî û dîblomasiyê kir.

Her wiha nirxandina rewşa koçberên Suriye li Herêma Kurdistanê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Top