Talabanî û Malîkî hatin cem hev
Duh li Bexdayê Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, piştî 2 mehan, li mala Talabanî, ji bo bidawîkirina aloziya li ser herêmên Kurdistanî, kom bûn. Piştî civînê, Talabanî û Malîkî daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê li Herêma Kurdistanê delegasyonek bê avakirin û wiha hat gotin: "Ev delegasyon pêwîst e here Bexdayê û bi Malîkî re bicive."
Rudaw
