Serok Barzanî: Heta Mabim Pêşmergeyê Parastina Ala Kurdistanê Me
Evro roja Alaya Kurdistanê ye ku, di rojekî weke evro de bo yekemîncar li Komara Kurdistanê li Bajarê Mehabada xweştewîst de hatiye hildan, tevahiya Şoreşên Kurdî bi bin ala han û jibo azadene hildana vê alayê destpêkirine û deriyayek xwînê bo vê dane.
Hertim ev yek di bîra medeye ku, çawe Pîşewa Qazî Muhemed Ev alaya han bi emanet pêşkêşî Barzaniyê Nemir kiriye û ez jî di bin siya vê alaya pîroz de ji dayik bûme û heta mabim bê Pêşmerge û Parêzgerê vê alaya pîroz bim û amadem canê xwe ji bo vê jî feda bikim.
Ala yek ji wan sembolên herî sereke û girîng ya neteweyekiye bo kom kirina tevahiya zarokên vê netewî û derketina vî di nava tevahiya civîn û organîzasiyonên navnetewî de li ser vê yekê jî Parlementoya Kurdistanê biryar daye daku, 17ya Meha 12an ya her salekî weke roja alaya Kurdistanê were destnîşankirin, lewre weke erkeke netewî daxwaz ji tevahiya dezgehên fermî û xelkê Kurdistanê dikim gelek birêzdarî ev roja han derbas bikin daku, hêjayê ev xwînê bin ku, ji bo vê alaya han hatiye pêşkêşkirin.
Liwir de bi minasebeta roja dayikan jî ku, hedeme ligel roja alaya Kurdistanê de silavên xwe yên taybetî pêşkêşî tevahiya dayikên Kurdistanê û dayikên Şehîdên Qehreman dikim, Gelê me xwedan dayikên wisaye ku, şêre mêrên wisa bo welat perwerede kirin ku, hertim sedema şanazî û serbilindiya me ne.
