Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Yekîtiya Zanîngehên Cîhanî li Tirkiye kir
Li hevdîtinê de ku Serokê Zanîngeha Dihok Dr. Loqman Mihemed Saleh û cîgirên wî amade bûn, Serokê Yekîtiya Zanîngeha Cîhanî li Tirkiye ji bilî behskirina sîstema demokrasiya serketiya Herêmê, bi kurtî di derbarê pêkhata wê Yekîtiyê de hinek zanyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir û ragihand ku ev Yekîtî ji 52 Zanîngehên ser bi 12 welatên îslamî pêkhatiye û çend saleke li Tirkiyê hatiye dirust kirin.
Di derbarê sedema vê serdana şandê ya parêzgeha Dihokê, Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanî li Tirkiye ragihand ku mebesta vê serdana wan pêşxistina pêwendiya zanistî û danustandina bîr û ramanên akademiye li gel Zanîngehên Dihokê û biryare ev Yekîtî yek ji kongreyên xwe yên pêş de li parêzgeha Dihokê bibestê.
Serok Barzanî vê pêwendiya navbera Zanîngeha Dihok û Yekîtiya Zanîngehên Cîhanî li Tirkiye bilind nirxand û ragihand ku pêwîste Zanîngeha Dihok wan pêwendiyên xwe yên li gel vê Yekîtiyê pêş bixe ji ber ku ji bilî li Zanîngehên Tirkiye hejmarek ji Zanîngehên dinê cîhanî jî li xwe digre û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li pêşkêşkirina her hêsankariyek ku dibê sedema bilindkirina asta zanistiya li Zanîngehên Kurdistanê da derbirî û biryara Yekêtiya Zanîngehên Cîhanî jî ya bi bestina yek ji kongreyên xwe yê li parêzgeha Dihokê da bi hengavekî pîroz danî.
