• Monday, 09 February 2026
logo

Li Mendelî teqîn: 2 welatî şehîdbûn

Gulan Media December 17, 2012 Nûçe
Li Mendelî teqîn: 2 welatî şehîdbûn
Îro 17/12, li bajaroka Mendelî di encama teqîna du bombeyan de 2 welatî şehîdbûn.

Jêderekê li polîsê bajaroka Mendelî ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Li du taxên cuda cuda li bajarokê teqiyan û hêzên polîs li pey encamderên wê kiryarê terorîstî ve digerin.

Ji aliyekî din ve her îro danê sibê 17/12, li gundê Keşkol ku dikeve navbera Celewla û Qeretepe hejmarek çekdarên ser bi grûpa terorîstî ya Qaîdê êrişî mala şêxekî eşîreta Cibor dikin û di encamê şer û pevçûnên di navbera wan de 3 kes li mala şêxê eşîretê yê Ereb de birîndar dibin.

Li gor jêderekî polîs yê navçeyê da zanîn ku hejmara terorîstan ku nêzîkî 20 çekdarbûn piştî rûdanê berve cîhekî nediyar ve reviyan.

Her şeva borî 16/12, çend çekdarekî nenas li navçeya Tebic ya ser bi bajaroka Celewayê, êrişî mala şêxekî ereb dikin û wî li gel hevsera wî jî dikujin.

Jêderekê li malbenda 8 a YNK`ê li Xaneqînê ji PUKmedia`yê re ragihand: Ew şêxê Ereb kesayetiyekî naskirî yê navçeyêye û kesekî ji dostê herî nêzîkî Kurd û Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê ye.

PUKmedia
Top