• Monday, 09 February 2026
logo

Bulent Arinç: ´Ku bi serê min jî bihata ez ê biçûma çiyê`

Gulan Media December 17, 2012 Nûçe
Bulent Arinç: ´Ku bi serê min jî bihata ez ê biçûma çiyê`
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç di bernameyek televizyonê de diyar kir ku ger êşkenceya li zîndana Amedê bi serê wî hatiba, wê ew jî biçûya çiyê.

Bulent Arinç beşdarî televizyona Kanalturkê bû û pirsên rojnamevan Faruk Mercan ên li ser rojevê bersivandin.

Tişta bi serê parlamentera BDPê hatî, bi serê min bihata ez jî yê biçûma çiyê

Arinç di bernameyê de diyar kir ku ew ji parlamenterek jin a BDPê ku niha jî di meclisê de ye gelekî aciz bûbû û bêduayî lê kiribû. Lê belê piştî ew serpêhatiya wê jina parlamenter a BDPê hisiyaye, wî dev ji acizbûna xwe berdaye. Arinç wiha axifî: "Dema ew keçek 17 salî bû, li girtîgeha Amedê bi êşkenceyek ewqas bêehlaq re rû bi rû maye. Ewqas bi serî anîne. Ku bi serê min jî bihata, ez ê biçûma çiyê."

Parlamentera BDPê ya jin a ku Bulent Arinç di vê bernameyê de behsê kirî, parlamentera BDPê ya Sêrtê Gulten Kişanak e. Parlamentera BDPê Kişanak piştî darbeya 12ê êlûnê hatibû girtin û li zindana Amedê bi êşkenceyên giran re rû bi rû mabû.

Di berdewamiya bernameyê de Arinç li ser şîroveya ku "Hikûmetê di derbarê pirsa kurd de gelek gav avetin lê belê dîsa pirsgirêk nehatin çareserkirin", nimûyek din a balkêş li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan da.

Çîroka Abdullah Ocalan û sê hevalên wî yên rêya wan ji hev cuda bûyî

Arinç ev bîranîn wisa parve kir: "Ez ji we re behsa sê hevalan bikim. Navê yekî Durmûş, yê din Yakup û yê din jî Abdullah bû. Di Lîseya Pîşeyî ya Tapo Kadastroyê de hevaltiyê dikin. Ev dibistan li Demirtape ya Enqerê ye. Xwendekarên ji Anatolyayê hatine, li vê mala xwendekaran in. Her sê jî nimêj dikin. Her sê insan jî oldar in. Bi hevre li Maltepeyê diçin mizgeftê. Bi hevre spartekên xwe çêdikirin. Ji van Durmuş li Ewropayê xwendina xwe diqedîne û piştre dibe Serokê Banqeya Navendî ya Tirkiyeyê. Durmuş Yilmazê ji Uşakê...

Yê duyemîn jî Yakup Ince...Endezyarekî li Konyayê gihaye. Ev 30 sal in li Medîne-î Menuverriya endezyariyê dike. Yê sêyemîn jî Abdullah Ocalan... Sê hevalên li mala xwendekaran a Lîseya Pîşeyî ya Tapo Kadastroyê ku hev baş fêm dikin, bi hevre nimêj dikin, bi hevre rojî digirin, yên li fitaran û paşîvan bi hev re şiyar dibûn, jiyana wan di 50 salên dawî yên Tirkiyêyê de li kîderê pêrgî hev tên û li kîderê ji hev diveqete, em dikarin di vê tabloyê de bibînin."

Rudaw
Top