• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî Û Emîndarê Giştî Yê Yekgirtûya Îslamî Ya Kurdistanê Civiyan

Gulan Media December 16, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Û Emîndarê Giştî Yê Yekgirtûya Îslamî Ya Kurdistanê Civiyan
Evro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê Mamoste Muhemed Ferec û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de her du alî nêrînên xwe yên di derbarê rewşa niha ya Kurdistan, Îraq û Deverê lihev weguhastin û tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de kirin bi awayekî ku, xizmeta berejwendiyên giştî û netewî bike.

Di derbarê yekhelwestiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ya di derbarê aloziyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de her du alî ev yek helwestiya han di ware bihêz kirina yekdengiya Kurdistanî de bigirîng wesif kirin.
Top