• Monday, 09 February 2026
logo

Li Seîdiyeyê 9 Welatî Bûne Qurbana Teqîna Maşîneke Bombekirî

Gulan Media December 16, 2012 Nûçe
Li Seîdiyeyê 9 Welatî Bûne Qurbana Teqîna Maşîneke Bombekirî
Çavkaniyek ji hêzên Polîs yên li Seîdiyeyê ragihand ku, evro di seat 10 û 30 deqîqeyan de li Taxê Dûruzobat ya li Seîdiyeyê de maşîneke bombekirî li nizîk navenda rêxistinên partiya demokrata Kurdistanê de hatiye teqandin.

Çavkaniya han eşkere kir ku, di encama teqîna maşîna han de welatiyek canê xwe ji dest daye û 8 welatiyên din jî birîndar bûne.

Çavkaniya han diyar kir ku, zerereke madî jî gehêştiye navenda rêxistinên partiya demokrata Kurdistanê û çend maşînên din yên ku, li wan deran bûn.
Top