• Monday, 09 February 2026
logo

'Deverên kêşe lê hene deverên Tirkmenî ne'

Gulan Media December 15, 2012 Nûçe
'Deverên kêşe lê hene deverên Tirkmenî ne'
Eniya Tirkmen a Iraqê, biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya der barê deverên veqetiyayî de, wekî biryareke li derveyê makeqanûnê nirxand û got ku deverên pirsgirêk lê hene, deverên Tirkmenî ne berey turkmenî ne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî du roj beriya niha biryara "êdî divê gotina 'deverên veqetandî' an jî 'deverên pirsgirêk lê hene' neyê bikaranîn, di şûna wan de gotina 'deverên Kurdistanî' bê bikaranîn" dabû. Eniya Tirkmen a Iraqê, daxuyaniyek der barê vê biryarê de weşand û nerazîbûna xwe anî ziman. Eniya Tirkmen diyar kir ku ev navçeyên mijara gotinê ne, deverên rewşenbîrî û dîrokî ne, her wiha aydî tirkmenan in. Daxuyaniya Eniya Tirkmenan bi van gotinan berdewam kir: "Ev pirsgirêk tenê dikare bi rêya diyalog û lihevhatina di siyasetê de bê çareserkirin. Tundî nikare bibe çareserî."

Eniya Tirkmen ji rêveberiyên Bexda û Hewlêrê jî xwest ku li van deveran di şûna nakokiyan de aramiyê ava bikin.

Rudaw
Top