Rêjîma Êranê 3 Kurd darvekirin
Xefûr Mîrzayî yê 30 salî beriya were darvekirin, wekî gotina xwe ya dawî ji malbata xwe re wiha gotiye; "Tu tawanê min nîne, tenê ji ber ez Kurd im, min darve dikin û piştî darvekirina min, negirîn û van celaldên min ku hûn niha dibînin şad nekin.
Rejîma Êranê ku ji ber embargoya hêzên navnetewî rû bi rûyê aloziyek a mezin bûye, gelek caran kesên dijberên xwe, ji bo di nav raya giştî de nebe sedema ne razîbûnan, di bin navê bazirganiya madeyên hişbir de darve dike.
Li gorî itîrafên fermî yên rejîmê, ji serê salê û heya niha li Êranê 554 kes hatine darvekirin, lê li gorî saziyên parastina mafê mirovan ji ber gelek kes bi dizî têne darvekirin, hejmara rast a kesên hatine darvekirin ji vê zêdetir e.
Xendan
