• Monday, 09 February 2026
logo

Pêleke Baran û berfbarînê dê H.Kurdistanê vebigre

Gulan Media December 16, 2012 Nûçe
Pêleke Baran û berfbarînê dê H.Kurdistanê vebigre
Ji roja Dûşem a dahatî û heya dawiyê wê hefteyê, pêleke baran û berfbarînê dê Herêma Kurdistanê vebigre û tê çavrê kirin ku Berf li nav bajaran bibare û pileya germayê li deverê çiyayî jî dakeve bin Sifir`ê.

Rêveberê seqanasî û erdhejê yê Herêma Kurdistanê Dara Hesen di daxuyaniyekê de bo malpera Xendan ragihand ku, pêlên baranbarînê ji roja Dûşem a dahatî ve (17.12.2012) dê tevaya bajarên herêmê vebigere ku dê heya roja 20 wê heyvê berdewam bibe.

Rêveberê seqanasî û erdhejê yê Herêma Kurdistanê Dara Hesen diyar kir ku tê çavrê kirin ku Berf li nava bajaran bibare û li deverên çiyayî jî pileya germayê dakeve bin Sifrê.

Xendan
Top