Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata rêzdar Bayram Bozyel kir
Birayê birêz Kak Bayram Bozyel
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya xwedê jê razî bavê we yê rêzdar gihîşt min.
Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li we û yek bi yek hemû malbata we ya birêz dikim û hevbeşê xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim eve nexweşiya we ya dawî bê û giyan û ruhê rehmetî jî bi bihûştê şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/12/2012
