• Monday, 09 February 2026
logo

Li Amerîka li dijî dibistanê êriş: 18 jê zarok 27 kes mirin

Gulan Media December 15, 2012 Nûçe
Li Amerîka li dijî dibistanê êriş: 18 jê zarok 27 kes mirin
Li eyaleta Connecticut a Amerîkayê li dijî dibistanekê êriş pêk hat. Di encama êrişê de 18 jê zarok bi giştî 27 kes hatin kuştin. Piştî hat bihîstin bûyer rûdaye, malbatên xwendekaran herikîn dibistanê. Tê gotin kesek bi maske bi 2 tebanceyan ketiye dibistanê û komkujî pêkaniye.

Kanla CBC News diyar kir ku di bûyerê de bavê xwendekarekê û CNN’ê jî belav kir ku pîskologê dibistanê jî di nava miriyan de heye. Şahidan jî destnîşan kirin ku bi dehan dengê gûleyan hatiye bihîstin.

Şahidekê bûyerê yê bi navê Brenda Lebinski jî got ku zarok û hinek weliyên wan di nava xwînê de ne. Ji ber dibistana dayîkê ya seretayî ya Sandy Hook heta refa 4. perwerdeyê dide, temenê xwendekaran di navbera 5-10 saliyê de ye.

Rudaw
Top