• Monday, 09 February 2026
logo

Partiyên Kurdî Serdana Konsulusxaneya Amerîkayê Kirin

Gulan Media December 15, 2012 Nûçe
Partiyên Kurdî Serdana Konsulusxaneya Amerîkayê Kirin
Duh heyetek ji Nunerên partiyên Kurdî yên her çar Parçeyên Kurdistanê li Berîtaniyayê serdana Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Londonê kirin.

Hate zanîn ku, armanc ji vê serdana han nirxandina rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî ên li Kurdistanê û Deverê de bûye.

Di hevdîtina han de part û aliyên siyasî yên Kurdî behsa damezrandina hêzên Dîcleyê û şandina wan hêzan bo Sînurên Kurdistanê kir û ragihandin ku, ev pêngava han binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê ye û daxwaz ji Amerîkayê kirin daku, bi mebesta hilweşandina hêzên han zextan li Hikûmeta Îraqê bike.

Her div ê hevdîtina han de rewşa Sûriyayê û rola girîng a Kurd ya di nava Şoreş û paşeroja Sûriyayê de jî nirxandin û ragihandin ku, tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdî li Sûriyayê xwedan yek helwest û yek rêzin û pêwîste nimûneya Îraqê jî li Sûriyayê were çespandin.

Nunerên part û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê di dawiya vê hevdîtina han de nameyek jî pêşkêşî Wezîra Derve ya Amerîkayê kirin.
Top