• Monday, 09 February 2026
logo

Ereb Li Hewlêrê Malikî Û Hêzên Dîcleyê Şermezar Kirin

Gulan Media December 15, 2012 Nûçe
Ereb Li Hewlêrê Malikî Û Hêzên Dîcleyê Şermezar Kirin
Li roja pênşemî 13/12/ 2012 li Hewlêrê welatiyên Ereb yên ku, awarene û li Hewlêrê nîştecîhne civînek lidar xistin û di vê civîna han de çendîn gotar û peyv di derbarê lêv û tevgerên Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û hêzên Dîcleyê de hatin pêşkêşkirin.

Welatiyên Ereb di vê civîna han de diyar kirin ku, lêv û tevgerên Serokwezîrê Îraqê binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê ye lewre bi ti awayî wan lêv û tevgeran qebûl nakin û bi tundî jî wan şermezar dikin.

Ev welatiyên han hevdem amadebûna xwe bo piştgîrî kirin ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî diyar kirin û ragihandin ku, her cure êrîşek bo ser Deverên weqetandî û Sînurên Kurdistanê bi wateya êrîş li dijî tevahiya Gelên Îraqê ye lewre ev weke welatiyên Ereb bi tundî helwestên Malikî şermezar dikin.
Top