Serokê Herêma Kurdistanê cejna rojiya xuşk û birayên Kurdên Êzdiyan pîroz kir
Ji bo hatina cejna rojiya xuşk û birayên Kurdên Êzdiyan, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû Êzdiyên Kurdistan û Iraq û Cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev cejna wan hemû salê bi xêr û xweşî û kameranî li Kurdistana serfiraz û li sayeya ezmûna demokratî û pêkve jiyana birayaneya hemû pêkhatên Kurdistanê bo wan vegerê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13/12/2012
