Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê ragirtina helmetên ragihandinê
Wekî nîşandana rêz û pêzanînê ji bo destpêşxeriya Serokayetiya Komar, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê rizamendî li ser ragirtina helmetên ragihandinê pîşandaye ku em li bingehê da dijî pêkhatina vê rewşêne. Derbarê rewşa emniya li navçeyên xwedî pirsgirêk jî rewş hestiyare û pêwîstî bi nirxandina naverokan heye, bi awayekî eger her rêkkeftinek jî bête holê, divê mîsogeriya wê yekê bike ku rêgir bê li ber dûbare nebûna ewê li vê dawiyê da rû da.
Eve û lîjneya teknîkiya serbazî, her du alî jî ji bo nirxandina naverokan dikarin kombibin, biryara dawî jî li Kurdistanê piştî wê yekê tê wergirtin ku ew lîjneya teknîkiya serbazî derencama kombûnan dixin ber Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13/12/2012
