'Ji Tirkiyê nêzî 500 çekdar şandin Rojavayê Kurdistanê'
Endama Encumenî Rojavayî Gelî Kurdistan a girêdayî Desteyî Balayî Kurd Ilham Ehmed, rewşa dawî ya li rojavayê Kurdistanê, ji Rûdaw re ragihand. Ilham Ehmed got ku îro ji aliyê Tirkiyê nêzî 500 çekdar hatine Serêkaniyê û heta niha şerekî germ di nav wan grubên çekdar û YPG'ê de berdewam dike. Ehmed da zanîn ku li gorî bîlançoya şer, 25 çekdar hatine kuştin û endameke YPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Rudaw
