• Monday, 09 February 2026
logo

Hevpeymanîya Kurdistanî: Iraq Dixwaze li Derveyê Bûdceyê bi Pareyê Petrolê Artêşê Pirçek Bike

Gulan Media December 13, 2012 Nûçe
Hevpeymanîya Kurdistanî: Iraq Dixwaze li Derveyê Bûdceyê bi Pareyê Petrolê Artêşê Pirçek Bike
Îro Fraksiyona Kurdistanî ya parlemana Iraqê di konfranseke rojnamevanî de li Bexdadê gendelîyeke din a hukûmeta Malikî û wezareta bergirîya Iraqê aşkira kir û ragihand, ku wezareta bergirîyê daxwaz ji kompaniyaya nefta bakûr kiriye ku gojmeya 90 Miliyard Dînar bo pirçek kirina firqeya 12 a supayê Iraqê dabîn bike.


Di evê bareyê de, Lane Muhemed endamê parlemana Iraqê ji PNA re ragihand, ku ´´ di konfransa rojnamvanîya îro de , me daxwaz ji parlemana Iraqê kir ku komîteya lêkolînê ji komîteyên Pakîyê, komîteya neftê, komîteya qanûnîyê û komîteya bergirî û asayiş ava bike da ku bcareke din nekaribe pêngaveke wisa bihê havêjtin û pareyên giştî û mulkên giştî di pênaw berjewendîya taybetî û take kesî bihê xerckirin.

Lane Muhemed herwisa got:´´ neft (petrol) mulkê giştî ye û pêywîste di karên xizmetgihandina giştî de bihê xerckirin, bi taybetî ku iraqê ji rewşeke sext a kêmîya xizmetguzarîyan ve pêngavan dihavêje, nek pareyê neftê bo pirçek kirina supa bihê xerckirin.´´

Evê parlemanterê di berdewamîya daxuyanîya xwe de ragihand:´´ paş dest bi kar bûna komîteyan û derçûna encaman, ew alîyên ku peywendîdarî evî akrî bûne bila bo parlemanê bihên bangkirin, da ku lêkolîn li gel wan bihê kirin da ku êdî pareyê giştî di berjewendîya taybetî de nehê xerckirin.´´
Top