Serok Barzanî Beşdariya Merasima 60mîn Salvegera Damezrandina YJK Kir
Di destpêka vê merasima han de Sekretera giştî ya YJK Dr. Viyan Siliman peyvek pêşkêş kir û piştî bi dawî hatina gotara vê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ev bîranîna han pîroz kir û hêviya serkeftinê ji YJK re xwest.
Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rol û pêgeha jinên Kurd di nava Şoreş û bizava rizgarîxwaz ya Gelê Kurd de kir û ragihand ku, weke Pêşmerge, weke dayik û weke karên tenzîmî jî jinên Kurd roleke gelek girîng lîstine û ti kes nikare ev rola han jibîr bike û niha jî erkên gelek giran dikeve ser milên wan di warê pêşde birina ezmûna Kurdistan û bihêztir kirina demokrasî, medeniyet û nehêştina tundûtîjî li dijî jinan û bihêztir kirina hasten neteweyî û çanda bihevre jiyanê de.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, hertim vê Parêzgarekî bihêz ya mafên jinan be daku jin bikaribin di nava civakê de bigehêjin pêgeha xwe ya rastîn.
Piştî gotara xwe Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Xwendekarên yekem yên devreya sêsiyan ya peymangeha perwerde kirina jinan jî xelat kir.
