• Monday, 09 February 2026
logo

Beşê Zimanê Kurdî Li Zanîngeha Bexdayê De Hate Daxistin

Gulan Media December 13, 2012 Nûçe
Beşê Zimanê Kurdî Li Zanîngeha Bexdayê De Hate Daxistin
Hate zanîn ku, duhê bi şev Wezîrê Xwendina bilind ya Hikûmeta Îraqê Elî Edîb bi hinceta nebûna Mamoste û karmendên pêwîst li Zanîngehê de, biryar daye daku, beşê zimanê Kurdî li Zanîngeha Bexdayê de were daxistin.

Di vê derbarê de jî evro hin Xwendekarên beşê zimanê Kurdî li Zanîngeha Bexdayê de diyar kirin ku, evro Berpirsên Zanîngeha han derfet nedan daku, em biçine nava Zanîngehê û ragihandin ku, ev biryara han biryareke siyasî û bipê kirina destûra bingehîn ya Îraqê.
Top