Evro Li Kelarê Termên 158 Enfalan Hatin Weşartin
Di destpêka vê merasima han de peyva Berpirsê îdareya Devera Gerimiyanê hate pêşkêşkirin û pişt re jî gotara Serokê Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Şehîd û Enfalên Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.
Di berdewamiya vê merasima han de çendîn peyv û gotarên din hatin pêşkêşkirin û daxwaz hate kirin ku, komkujiyên han weke Cenuside werin nasîn.
Piştî danîna deste gola Serokkomarê Îraqê û Serokê Kurdistanê li ser wan terman, termên han di nava goristana enfalê de hatin weşartin.
