• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî Mafê Xwe Heye Serdana Her Derî Bike

Gulan Media December 13, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Mafê Xwe Heye Serdana Her Derî Bike
Piştî şîrove kirinên şaş yên aliyên nêzî Malikî li ser serdana Serokê Kurdistanê bo Kerkûkê evro Peyvdarê Serokatiya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bersifa wan şîrove kirinan da.

Peyvdarê Serokatiya Kurdistanê Dr. Omîd Sebah ragihand ku, serdana Serok Barzanî bo Derveya welat nebûye belkû bo Kerkûkê bûye û armanc ji vê serdana han jî ev bû daku, li Kerkûkê bersifa daxuyaniyên metirsîdar yên Malikî were dayîn ku, gotibû vê şerê Kurd û Ereb destpê bike û Kerkûk jî weke Bajarekî ne Kurdidstanî wesif kiribû.

Di vê çarçoweyê de Serok Barzanî bi vê serdana xwe birayên Ereb, Tirkmanên Kerkûkê piştrast kir ku, bi ti awayî derfetê nade şerekî bi vê rengî biqewme û Kerkûka rihê Kurdistanê Bajarê tevahiya pêkhateyên xwe ye û cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê batirîn gerentiya aramî û aştiya vê Bajarê ye.
Top