• Monday, 09 February 2026
logo

Duhok: 61 hezar penaberên Sûriyê hatine Herêmê

Gulan Media December 12, 2012 Nûçe
Duhok: 61 hezar penaberên Sûriyê hatine Herêmê
Birêvebirê koç û koçberan yê parêzgeha Duhokê cara yekeme hejmara penaberên Sûriyê ji Xendanê re aşkira kir û ragihand ku rojane 500 kes tên Herêma Kurdistanê û bi giştî jî heya niha 61 hezar penaberên Sûriyê ku piraniya wan Kurdê wî welatî ne hatine tomar kirin.

Mihemed Ebdula Hemo ji Xendanê re got: “Rewşa penaberên Sûriyê li jêr kontrolê daye û tenê ewê ku dibe rêgir li pêşiya kar û çalakiyên me barîna baranêye, çûnkî barîna baranê rê li gîhandina xizmetguzariyan digrê.”

Sebaret bi hejmara penaberan jî birêvebirê koç û koçberan Mihemed Ebdula amaje bi wê yekê kir ku rojane 500 kes ji sînoran derbasî Herêma Kurdistanê dibin û bi awayekî giştî jî ewên ku heya niha hatine tomar kirin 61 hezar penaberin û ji wê hejmarê 42 hezar li sînorê parêzgeha Duhokê ne û ewên din jî çûne sînorê parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê.

Li gor zanyariyên Xendanê, asayîş rêgiriyê li hatina penaberên Sûrî ku dixwazin bêne Hewlêr û Silêmaniyê dikin û eve jî penaberên Sûriyê neçar kiriye bo destkeftiyên jiyana wan û dîtina kar bi awayekî qaçax jib o werin parêzgeha Silêmaniyê û jibo guhastina her sernişînekî (neferekî) bira 150 dolar didine qaçaxciyan.

Sebaret bi vê pirsê, birêvebirê koç û koçberan yê parêzgeha Duhokê ev yek red kir ku rêgiriya penaberan nayê kirin û amaje bi wê yekê jî kir ku azadiyekî temam ji penaberan re heye, çûnkî wek di amaran de derketiye ku ji 61 hezar penaber 42 hezar li Duhokê ne û ewên din jî li Silêmanî û Hewlêrê ne.

Xendan
Top