Di canê wî de jehr hat dîtin
8'emîn Serokomarê Tirkiyê Turgut Ozal, di 17'ê nîsana sala 1993'yan de li paytext Enqere ya Tirkiyê dema li ser karê xwe bû, nexweş ket. Dema ew rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. Mirina wî di serî de ji aliyê hevjîna wî Semra Ozal, her wiha ji aliyê gelek kesan ve bi guman hat dîtin. Eleqeya wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane jî, wek sedema vê gumanê hat dîtin. Ji ber gelek serlêdanan, Saziya Tiba Edlî gora wî vekir û li ser canê wî lêkolîn kirin. Encama rapora 1'emîn Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tiba Edlî, hat aşkerakirin. Rapor îro dê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re bê pêşkêşkirin. Serdozgerî jî piştre wê der barê raporê de daxuyaniyek bide. Di raporê de hat diyarkirin ku di canê 8'emîn Serokomarê Tirkiyê Turgut Ozal de madeyên toksît (jehr) hatine dîtin û wiha hat gotin: "Dibe ku di canê her mirovê de ev hebe. Em nikarin bêjin ku ev bûye sedema mirinê."
Hat ragihandin ku ji ber van gotinan, çend endamên saziyê, ev rapor îmze nekirine, lê dîsa jî rapor bi pirdengiyê hatiye erêkirin.
Rudaw
