• Monday, 09 February 2026
logo

Li gundê Elewiyan 130 kes kuştin

Gulan Media December 12, 2012 Nûçe
Li gundê Elewiyan 130 kes kuştin
Hat îdîakirin ku gundê Akrab ê li nêzî bajarê Hema ya li başûrê Sûriyê cih digire, di encama êrîşek de 130 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên saziyên mafê mirovan ên Sûriyeyê dane, li dijî gundê Akrab ê li nêzî bajarê Hema êrîşek pêk hat. Li gorî agahiyan, li gundê Elewiyan 130 kesên sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Komên nêzî El Qaîde yên di nava muxalîfên Sûriyeyê de cih digirin, wek berpirs tên destnîşankirin.

Di Youtube de dîmen hatin belavkirin

Muxalifan jî dîmenên 3 zarokên ku tê gotin ji komkujiyê filitîne, li ser Youtubeyê belav kirin. Yek ji wan zarokên ku filitîne, li nexweşxaneyeke muxalifan diaxive û dibêje ku milîsên rejîma Esad di carekê de 200 kesên sivîl weke “mertalên zindî” bi kar anîne.

Rudaw
Top