Li Amêdiyê 131 gund ji ber bombebarana Tirkiyê hatin valekirin
Îro danê êvarî (11.12.12) du balafirên şer ên Tirkiyê asîmanê Herêma Kurdistanê derbas kirin. Gelek gundên devera Nêrwe Rêkan û Nihêlê yên dikevin sînorê qezaya Amêdiyê bi giranî bombebaran kirin.
Berpirsê hêza pêşmergeyan ê parastina sînorê parêzgeha Dihokê Hûsên Temer di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Îro saet 18.30-19.30an balafirên şer ên Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirin û gelek gundên devera Amêdiyê bombebaran kirin. Vê bombebaranê saetekê dom kir, tirs û dûdilî di nava gel de dirûst kir, lê ti qûrbanî nebûn.”
Di vê derbarê de rûniştvanê nahyeya Dêrelokê Rabîn Elî ji Rûdawê re wiha got: “Îro du balafirên şer ên Tirkiyê gundên Milî Zabî Ruyî Şîn, Sernî, Hure û Cemcî yên li devera Nêrwe û Rêkan û Nihêlê bi giranî bombebaran kirin. Dengê bombebaranê ji nêz ve dihat bihîstin, ev jî bû sedemê tirs û dûdiliya welatiyan. Lê ji bilî zerer û ziyanên madî, ti tiştekî din nebû.” Rabîn got: “Bombebaran û topbarana Tirkiyê ya bi berdewam li navçeyê, bûye sedem ku rûniştvanên 131 gundên devera Nêrwe û Rêkan û Nihêlê gundên xwe vale bikin û niha ti kes li wan gundan nîne.”
Rudaw
