• Monday, 09 February 2026
logo

Rêjeya jidayîkbûnê li Tirkiyeyê

Gulan Media December 12, 2012 Nûçe
Rêjeya jidayîkbûnê li Tirkiyeyê
Li gor encamên lêkolineke derbarê rêjeya jidayîkbûna zarokan li Tirkiyeyê, tenê li herêmên Kurdan (bakurê Kurdistanê) rêjeya zarokan bilind dibe. Li herêmên din yên Tirkiyeyê rêje wekî xwe dimîne, anjî ber bi kêmbûnê ve diçe. Bi awayekî giştî rêjeya jidayîkbûna zarokan li seranserê Tirkiyeyê 2,1 e, wate ev rêja têr dike ku hejmara rûniştvanên Tirkiyeyê weke xwe bimîne ku vê gavê derdorê 75 milyon e. Lê eger rêje li gor herêman bê cudakirin, wê demê rêjeya zarokbûnê li herêmên Kurdan 3,5 e û li hemberî wê li herêmên din yên Tirkiyeyê jî derdorê 1,5 e. Yanî di demekê de ku hejmara rûniştvanên Bakurê Kurdistanê bilind dibe, hejmara rûniştvanan li herêmên din yên Tirkiyeyê kêmtir dibe.

Di demên borî de serokwezîrê tirk, Recep Tayyip Erdogan, çendîn caran bal kişandibû ser rêjêyên jidayîkbûna zarokan li Tirkiyeyê û “hişyariya derketine rewşeke xeternak“ kir, “eger ev rewşa guhertina demografiyê heta sala 2038ê wiha bidome.“ Mebesta vê hişyariya wî çi bû, wî diyar nekir.

Rudaw
Top