Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Partiya Zehemetkêşên Kurdistanê Kir
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Sekreterê partiya zehmetkêşên Kurdistanê
Birêz Kak Belên Ebdulah
Silav û rêz
Bi minasebeta 27mîn salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî weyên birêz û tevahiya endamên mekteb siyasî û komîteya Serokatî û endam û alîgirên partiya we dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftina zêdetir ji partiya we ya têkoşer re dixwazim.
Her kes dizane ku, partiya we xwedan xebat û Dîrokeke baş di nava tevgera azadîxwaz ya Gelê Kurd û bidest xistina wan destkeftan ku, evro her kes bi wan serbilinde deye.
Hêvî dikim ev bîranîna han bibe handerek bo zêdetir kirina xebatên partiya we ya têkoşer û bihêztir kirina peyvendiyên biratiyane di navbera part û aliyên din yên Kurdistanê û herwiha parastina yekrêziya nav mala Kurd ku, evro bûye weke pêdeviyeke sereke ya vê pêvajoyê û parastina destkeftên heyî û bidest xistina armancên xwe yên Dîrokî.
Her şad û serfiraz bin
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
11.12.2012
