Li Helebê 9 kurd bi topa hewanê hatin qetilkirin
Li gorî nûçeya ANF'ê, Duh 2 topên hawanê li Taxa Şêxmeqsut Xerbî ketin. Hate ragihandin ku topên hawanê li ber Qehwexaneya Cemîl Horo ketiye û di encamê de 9 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dane. Hate zanîn ku hawan ji aliyê rojhilatê taxê ku tu şer û pevçûn lê tunene ve hatine avêtin.
Li Hesekê êrîşî Midûriyeta Avê kirin
Li aliyê din, li Hesekê serê sibehê saet di 8’an de komeke çekdar êrîşî avahiya Midûriyeta Avê ya Bajar kirin. Koma çekdar di êrîşê de wesayîta midûrê navendê desteser kirin û ajokarê bi navê Casim birîndar kirin. Li gorî agahiyan koma çekdar Midûrê Beşa Kirînê yê Midûriyata Avê Mehmud Şêxmus ku di wesayîtê de revandin û piştre jî li ber Dibistana Canhecar a li Taxa Salihiyê kuştin û avêtin kêleka rê. Piştî ku şêniyên taxê agahî dan, hêzên asayîşê hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Piştre jî agahî dan navenda Midûriyeta Avê. Piştî 2 saetan rayedarên midûriyeta avê cenazeyê Şêxmus birin.
Rudaw
