Li Girtîgeha Urmiyê mirina bi guman a girtiyê kurd
Li gor nûçeya ANF'ê, girtiyê kurd ê bi navê Îdullah Mehmûdî yê di Girtîgeha Urmiyê de, ji ber sedemeke nediyar dawî li jiyana xwe anî. Girtîgeha Urmiyê, bi pêkanînên xwe yên dijwar her tim tê rojevê. Heta niha sedema xwekuştina Mehmûdî ji raya giştî re nehatiye aşkerekirin.
