• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Dibe Gendelî Di Nava Dezgehên Hikûmetê De Nemîne

Gulan Media December 10, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Dibe Gendelî Di Nava Dezgehên Hikûmetê De Nemîne
Evro civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di destpêka civîna evroyê de bernameya kar ya Wezareta darayî û abûrî ya Hikûmeta Kurdistanê hate nîqaşkirin û ji aliyê civata Wezîran ve hate pejrandin û biryar hate dayîn daku, senduqa teqaudî li Kurdistanê de were çalakirin.

Di vê derbarê de jî behsa serdana heyetek ji Rayedarên senduqa navnetewî ya pereyan bo Kurdistanê û nêrîn û têbîniyên vê heyeta han yên li ser sîstema darayî û abûriya Kurdistanê jî hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, heyeta han eşkere kiriye ku, sîstema darayî ya Kurdistanê ji sîstema piraniya welatên Deverê baştire.

Di berdewamiya vê civîna han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, pêwîste bilez her du bankên Herêmê yên Hewlêr û Silimaniyeyê bibin yek û tevahiya kêşe û astengiyên heyî yên li berdem yekxistina wan her du bankan jî werin çareserkirin.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, dibe Hikûmeta Kurdistanê bibe Hikûmeteke dezgayî û damezraweyî bi awayekî ku, pergala Cîhanî behsa başiya pergalên Hikûmeta Kurdistanê bike lewre jibo vê yekê dibe tevahiya Wezîran di nava Wezaretên xwe de dest bi çaksazî û kêm kirina rûtîniyat û nehêştina gendeliyan bikin.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, dibe em bi her awayî hewl bo anîna bankên mezin yên hêlbirînê ên Cîhanê bo Kurdistanê bikin û dibe sîstemeke cidî û ektîf ya wenêrînê li ser bankên taybetî jî hebe.
Top