• Monday, 09 February 2026
logo

Peyama pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera damezrana Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Gulan Media December 10, 2012 Nûçe
Peyama pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera damezrana Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşkên birêz li Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Silav û rêz

Li şêstemîn salvegera damezrandina yekîtiya we ya têkoşer, germtirîn pîrozbahiyê li we û yek bi yek hemû endam û berbijêr û malbata şehîdên Yekîtiya Afretên Kurdistanê dikim ku herdem li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û têkoşîna rêxistinî da wekî Pêşmerge û kadîr û dayik rolekî ber bi çav dîtiye ku herdem nayê ji bîrkirin û her ewqas jî bese ku qehremanekî wekî Şehîd Leyla Qasim Endamekî vê yekîtiyê bûye ku niha li dilê hemû mîlletê xwe da mînakekî herî diyarê qurbanîdane.

Niha jî erkekî giran li ser şana we ye li geşepêdana ezmûna demokrasî û medenî û kêmkirina diyardeya tundutîjiyê beramber bi afretan û kûrkirina hestê netewayetî û kûlturî pêkve jiyan li aliyê nifşên niha û parastina ezmuna Herêma Kurdistanê û destkeftan û pêkanîna wan mafan ku destûra Iraqê de hatiye balkişandin.

Li vê salvegera pîroz de dûpat dikim ku dakokîkarekî bihêz dibim li mafên we de da ku pêgeha şiyawa xwe li civaka Kurdistanî da li ber bigrin û bi awayekî karîgerî jî beşdarî li hemû waran da hebê.

Dûbare vê salvegerê pîroz dikim û hêvîdarim herdem li sayeya zêdetir wekhevî û dadperwerî pêşketinê da bin.

Her şad û serfiraz bin


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/12/2012
Top