Almanya: Rêjîma Sûriyê di qonaxa dawiyê de ye
Serokê dezgeha istixbarata Almanya Gêr Şîndler di daxuyaniyekê ji bo rojnameya Tisaytong a wî welatî de ragihand ku, belge amaje bi wê yekê dike ku rêjîma Sûriyê di qonaxa xwe dawiyê de ye û êdî nikare berdewam bibe.
Serokê dezgeha istixbarata Almanya amaje bi wê yekê jî kir, Beşar Esed û hevpeymanên wê tevaya hewlên xwe ji bo parastina Dîmeşqê xistine tevgerê û zêdetir pişta xwe bi hêrişên esamnî girê didin, ne rû birûbûna serbazî a rastexwe.
Ji aliyê xwe ve wezareta derve a Sûriyê di beyannameyekê de hişyarî da bi karanîna çekên kîmyawî ji aliyên çekdarên opozisyonê ve û ragihand ku, Dîmeşq di tu rewşan de çekên kîmyawî bi kar nayîne.
Çalakvanên Sûriye jî ragihandin ku, di şer û pevçûnên îro de zêdetirî 20 kes hatine kuştin û artêşa azad jî firokxaneyek li rîfa Dîmeşqê xistiye çemberê.
Xendan
