• Monday, 09 February 2026
logo

Îmad Ehmed: Parlemen Biryar Daye Helebce Dibe Parêzgeh

Gulan Media December 10, 2012 Nûçe
Îmad Ehmed: Parlemen Biryar Daye Helebce Dibe Parêzgeh
Duh Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Îmad Ehmed tevî Wezîra Karûbarên civakî ya Hikûmeta Kurdistanê û Parêzgarê Silimaniyeyê serdana Bajarê Helebceyê kir.

Di destpêka vê serdana han de Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê çendîn projeyên awedankirinê yên li Deverê beser kir Berpirsên wan projeyên han behsa astengî û kêşeyên heyî yên li berdem cîhbicîh kirina wan projeyan kirin.

Pitş re Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê serdana mînomînta Şehîdên Kîmiyabaranê kir û peyvek jî pêşkêş kir û ragihand ku, em bi ti awayî nikarin ku, Şehîdên Helebceyê jibîr bikin.

Pişt re Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê bi Berpirsên Îdarî yên Devera Helebceyê re civiya û guhdariya kêşe û kemaniyên heyî yên li wan Deveran kir û pişt re jî ragihand ku, em weke Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl bo awedan kirina Helebceyê didin û li Parlementoya Kurdistanê de jî meseleya biparêzgeh kirina Helebceyê giftûgo dikin û biryare civîna pêş ya civata Wezîran li Helebceyê were lidarxistin.
Top