• Monday, 09 February 2026
logo

Dê Talebanî, Malikî û Nucêfî Kombûnekî Bi Hev Re Saz Bikin

Gulan Media December 9, 2012 Nûçe
Dê Talebanî, Malikî û Nucêfî Kombûnekî Bi Hev Re Saz Bikin
Endameka hevpeymanîya Niştîmanî ragihand, ku dê li evan çend rojan serokê komara Iraqê û serokê encûmena wezîran û serokê encûmena nûnerên Iraqê kombûnekî bi hev re saz bikin.

Endama hevpeymanîya Niştîmanî Mûney Amîrî di daxuyanîyeka rojnamevanî de ragihand, ku hinek pêngavên pozetîv hen ku rewş ber bi aramiyê ve diçe. Got jî: pêngavên serokê encûmena nûnerên Iraqê weha kir ku rewş ber bi aramiyê ve biçe.


Mûney Amîrî weha jî da xuyakirin, ku dê li evan çend rojên bihên serokê komara Iraqê Celal Talebanî û serokê encûmena wezîran Nurî Malikî û serokê encûmena nûneran Usame Nucêfî, ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêrê Baxdadê, kombûnekî bi hev re saz bikin.
Top