Nexşerêyeke Malikî bo çareserkirina arîşyên deverên qutkirî
Di beyannameya nivîsingeha fermandeya giştî yê hêzên çekdar ku kopiyek jê ketiye destê malpera Xendan`ê hatiye diyar kirin ku, bi destpêşxeriya serok wezîrê Êraqê, Malikî digel fermandeya giştî yê hêzên çekdar û wezareta berevanî û ewlekariya nîştimanî ji bo aramkirin û çareserkirina arîşeyên li deverên qutkirî civiya ne.
Li gor beyannameyê di encamê civînê de aliyan li ser danana nexşerêyek a çareseriyê li hev kirine.
Hêjayî gotinê ye ku, di beyannameyê de hûrbîniyên berfireh derbarê nexşerêya çareseriyê ya ku aliyan li ser li hev kirine, ne hatiye aşkerekirin.
Xendan
